ANKARA
Îdianameya ku Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê der barê 10 polêsî da ji bo ku di dema Serokwezîriyê da agahiyên Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û malbata wî ji ser bernameyên "DEVA 1-2" ên Midûriyeta Giştî ya Ewlehiyê berhev kirine û ji "Rêxistina Terorê ya Fetullahiyan" ra şandine, ji hêla Dadgeha Cezayê Giran a 2yemîn a Enqereyê va hat qebûlkirin.