DIYARBAKIR
Rektora Zanîngeha Dîcleyê (ZD) Prof. Dr. Ayşegul Jale Saraç der barê îdiayên Parlementerê AK Partiyê yên ku dibêje li zanîngehê gendelî û bêrêtî heye de wiha axivî: "Parlementerê Diyarbekirê Cûma Îçten bi qesdî ji bo şermîn xistinê hin îdiayên ne rast gotin. Xwezî gotinên ku li AK Partiya ku ew jî girêdayî wê ye, tên bigotana. Sedema vê yekê çi ye em nizanin lê li parlemneterekî nayê ku daxuyaniyên ne rast bide û bêbextiyan bike. Hele hele qet li parlementerekî partiyeke ku bi paqijiya xwe tê zanîn, nayê."
Prof. Dr. Saraç li Odeya Senatoya ZDyê civîna çapemeniyê li dar xist û got ku li gor min daxuyaniyên parlementer Îçten bê sûûdiyek e.
Prof. Dr. Saraç da zanîn ku wek zanîngeh di peywirên xwe yên temamiya 5 sal û nîvan de karên durist û serkeftî kirin. Prof. Dr. Saraç parast ku zanîngeh bi duristî, objektîfî, tetbîqkirina qrîter û qanûnan hat teqdîrkirin.
Prof. Dr. Saraç got ku di maweya peywira xwe de li benda tu tiştê neman, ferq û mêhliya tu kesî nekirin û hisabê berjewendiyên xwe nekirin û wiha axivî: "Di maweya ku ez hatim ser kar heta niha em ne ji bo şexsê min bixwe, ne ji bo derûdora min û ne jî ji bo komek din neketin nav menfaatê. Bereksê vê yekê dibe ku hin alî ji ber van kirinên me ji me xeyîdî bin. Lê belê me gote her kesê ku em dernakevin derveyî qanûnê."