ANKARA
Hat diyarkirin ku tira alîkariyê ya Weqfa Alîkariyê ya Însanî (ÎHH) şand, li Hatayê ji aliyên tîmên cendermeyan ve hat rawestandin. Weqfê di daxuyaniya niviskî de wiha got: "Fermandariya Bajar a Cenderdermeyan a Hatayê agahî da parezerên me, ku der barê ÎHHyê de tu agahî tuneye."
Di daxuyaniya ÎHHyê ya li ser malperê belav kir de wiha hat gotin:
"Tîmên ÎHHyê alîkariyeke wiha neşandiye herêmê û ekîbên me çûne yekîneya eleqedar ya Fermandariya Bajar a Cenderdermeyan a Hatayê. Fermandariyê agahî da ku der barê ÎHHyê de tu agahî tunene. Rojnameya Radîkalê navê ÎHHyê bi kar anî û ev nûçe ji bo rûreşkirina weqfê belav kir. Bi taybetî piştî operasyonên 17ê kanûnê bêbextî û rûreşkirina li dijî saziya me her diçe zêde dibe. Armanc ew e ku navê saziya me reş bikin. Em bangî wan kesan dikin ku li gor etîk û ehlaqê tevbigerin."