Abdullah Tel
12 Nîsan 2019•Rojanekirin: 13 Nîsan 2019
Ajansa Anadoluyê (AA) beşdarî Lijneya Giştî ya 2019an a Platforma International ya Xizmetên Data û Ragihêneriya Mobîl (MINDS) ya ku 23 ajansên nûçeyan ên navdar endamên wê ne bû û di Konferansa 27emîn a bi sernavê "Avakirina ajansên nûçeyan ên çêtir" da jî cih girt.
Konferansa bi mazûvaniya Ajansa Nûçeyan a Portekîzê (LUSA) li paytext Lîzbonê hat kirin û tê da li ser pirsgirêkên bazara ragihêneriya ajansan û nûjeniyên bazarê hat sekinîn.
Di konferansê da beşdarbûyî di mijarên ragihêneriya dijîtal, nêrînên bazirganiya nû û nûjeniyên teknolojîk da agahî bi hev ra parve kirin.

Konferans her sal û salê du caran li welatên endam tê lidarxistin. Di konferansa îsal da nûnertiya AAyê jî ji hêla Ural Yeşîlê Dîrektorê Karên Îdarî û Çavkaniya Mirovan ê AAyê û Yakup Şivka yê Dîrektorê Teknolojiyên Agahî û Ragihandinê yê AAyê va hat kirin.
Yakup Şivka di pêşkêşiya li konferansê da bal kişand ser bikaranîna înternetê û weşanên zindî û got ku ev di heman demê da bi xwe ra firsendên nû tînin.
Ajansa Anadoluyê di Gulana 2014an da bûbû endamê "MINDS International"ê.