STOCKHOLM
Li Stockholma paytextê Swêdê li SFIya dibistana ziman a ku lê perwerdeya swêdî didin biyaniyên ku ji derveyî welêt tên, Anadolu Agency bû mijara dersê.
Mamoste Petter Samuelssonê ku li pola dersê dide biyaniyên ji Kanada, Almanya, Îtalya, Çîn, Arjantîn, Sûriye, Etiyopya, Pakistan, Hindistan û Îranê daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê. Samuelsson got: "Min dema der barê komên pîşeyan de ders dida li ser pirsekê xwendekaran em li ser çapemeniya navneteweyî û rojnamevaniyê axivîn û min pişt re ji wan re qala Anadolu Agencyê ya ku ev demek e dişopînim kir."
Samuelsson wiha axivî: "Xwendekarên di polê de gotin ku gelek ajansên nûçeyan ên navdar ên dinyayê bûyerên ku li gelek welatan diqewimin rast ranagihînin û girîngiyê didin fikarên bazarê. Li ser vê yekê min ji wan pirsî ka Anadolu Agencya Tirkiyeyê dizanin an na û min dît ku hema bêje hemû nizanin. Min jî bi qasî ku ez dişopînim ji wan re qala AAyê kir û behsa hewldanên wan ên der barê ragihandina dramên mirovahiyê yên ku li Filistîn, Sûriye û Misrê diqewimin, kir."
Samuelsson diyar kir ku Tirkiyeyê jî ji nêz ve dişopîne û bi taybetî dema ku der barê Rojhilata Navîn de tiştekî meraq bike ewil li malpera AAyê ya ingilizî dinêre.