İsa Toprak
16 Hezîran 2023•Rojanekirin: 17 Hezîran 2023
Projeya ku ji 10 zanîngehan 100 xwendekar ya bi pêşengiya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê û Ajansa Anadoluyê (AA) tê birêvebirin pêncemîn "Perwerdehiya Li Studyoyê" dest pê kir.
Ji Zanîngeha Munzurê û Zanîngeha Nîgde Omer Halîsdemir 20 xwendekar beşdarî perwerdehiya li AAtolyeyê bûn.
Di çarçoveya bernameyê da wê di qada bernamegeriya têlevizyonê, perwerdehiya rejiyê, teknîkên spîkerî û dîksiyonê, sepanên greenboxê, teknîkên ronîkirin û dîmenê, derhêneriya dîmenê, perwerdehiya nûçegihaniyê û çapemeniya nû da wê perwerdehî bê dayîn. Ji bo beşdaran wê belge û sertîfîkaya perwerdehiyê bê dayîn.
Di encama vê perwerdeyê da ku cara pêncemîn e tê dayîn 100 xwendekarên zanîngehê yên fakulteyên ragihandinê îstifade bikin.
- "Em dixwazin rojnamegerên lêkolîner û pispor bigihêjin"
Midûrê Akademiya Nûçeyan ya AAyê Cîhangir Îşbilir di vekirina bernameyê da axivî û sipasiya sazî û kesên keda wan di projeyê da heye, kir.
Cîhangir Îşbilir diyar kir ku medya ji bo dewlet û gelan di warê hêza neteweyî da sektoreke stratejik e û got ku xebata di warê medyayê da ji bo xizmeta gel û dewletê firsendên bêhempa dide.
Cîhangir Îşbilir destnîşan kir weke saziyeke bibingeh AA him markeyeke navneteweyî ya Tirkiyeyê ye û him jî hêzeke neteweyî ye û got ku AA di her warî da bi ajansên naveteweyî ra dikeve reqabetê.
Îşbilir diyar kir bi Akademiya Nûçeyan ku dixwazin rojnamevanên pispor û lêkolîner bigihînin kapasîteya medyayê ya welêt him pêş dikeve û him jî mezin dibe.