QUDÛS
Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netenyahû duh êvarê ji bo rojnamevanên biyanî li Conventîon Centerê resepsiyonek da. Ji bo beşdarbûnê gazî nûçegihanên AAyê jî kirin. Lê di dema beşdarbûna resepsiyonê de li dijî nûçegihanên AAyê cudatî hat kirin.
Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahû ji bo rojnamevanên biyanî her sal vê resepsiyonê dide. Nûnerê Qudûsê yê AAyê Taner Aydin û nûçegihanê wêneyan Salih Zekî Fazlioglû jî hatin dewetkirin û herdu xebatkarên AAyê ji bo ku beşdar bibin çûn cihê ku resepsiyon lê ye. Lê li vê derê berpirsiyarên saloxgeriya Şabakê ya Îsraîlê nûçegihanên AAyê belasebep dan sikinandin.
Li ser vê Nûnerê Qudûsê yê AAyê Taner Aydin bi rayedarên Îsraîlê xeber da û ji wan re got ku çima ew jî wek rojnamevanên din nakevin hundir, ji ber çi sedemê cudatî li dijî wan tê kirin? Ji berbirsyarên şaxa ewlehiyê yekî got: "Kesên ku pasaporta Tikiyeyê li ser wan be ji bo Îsraîlê wek gef in û ji bo vê jî ew li gor kesên din zêdetir tên kontrol kirin."
Midûrê Şaxa Çapemeniyê jî ji wezîfedarên saloxgeriyê xwest ku vê sepandina xwe ya li dijî nûçegihanên AAyê biterikînin, lê wan guh neda midûr jî û cudatiya li dijî nuçegihanên AAyê domandin.
Wezîfedaran di dema lêgerînê de ji nûçegihanên AAyê xwestin ku cilê xwe derxînin û ew jî lêgerînê bikin.
Lê xebatkarên AAyê bertek nîşanî vê sepandinê dan û ji cihê resepsiyonê veqetiyan.
"Em ê nameya bertekê bişînin"
Serokê Lijneya Rêveberiyê û Midûrê Giştî yê AAyê Kemal Ozturk piştî bûyerê daxuyanî da û cudatiya ku li Îsraîlê, li dijî Nûnerê AAyê ya Qudûsê Taner Aydin û nûçegihanê wêneyan Salih Zekî Fazlioglû hatiye kirin şermezar kir û wiha dewam kir: "Vê helwesta ku li dijî hevalên me hat kirin, ez şermezar dikim. Wezîfedarên ewlehiya Îsraîlê hevalên me yên ku li wê derê dixebitin pirî caran aciz dikin. Lê tiştekî wiha nexweş cara ewil e ku dibe. Ez ê ji Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû re nameya bertekê bişînim. Di civaka navneteweyî de jî ez ê ji bo vê yekê bixebitim."