BRUKSEL
Wezîrê YEyê Egemen Bagiş got ku: "Em di 2020an de olîmpiyatan naezimînin lêbelê em ê 2020an de pîroz bikin ku AA ji ajansên dinyayê yên xeberan yên herî xurt yek e. Ez bawer dikim ku 2020an de Anadolu Agency dê xeber û wêneyên amadekariyên olîmpiyata Îstanbulê a 2024an biweşîne."
Kargeha AAyê ya Brukselê kete xizmetê. Qûluba Çapemeniyê pêşengeheke bi navê "Di Objektifa Anadolu Agencyê de Cîhan" vekir. Wezîrê Yekîtiya Ewropayê Egemen Bagiş û Serokê Lijneya Rêveberiyê û Gerînendeyê Giştî yê AAyê Kemal Ozturk bi hev re pêşengeh vekirin û beşdarî resepsiyona pêşengehê bûn.
Resepsiyon bi mêvandariya Serokê Lijneya Rêveberiyê û Gerînendeyê Giştî yê AAyê Kemal Ozturk pêk hat û Wezîrê Yekîtiya Ewropayê Egemen Bagiş û gelek mêvan beşdarî pêşengahê bûn.
Li pêşengehê Bagis diyar kir ku AA bi 6 zimanan weşanê dike û got: "Li her cihê cîhanê meseleyên girîng dikevin rojevê. Gava ku ez li van wêneyan dinihêrim drama Araqanê, bûyerên Qahîrê, derdê Bosnayê, xelaya Somaliyê dibînim. AA bi performanseke muezem karekî girîng kiriye."
Wezîrê YEyê Egemen Bagiş bal kişand ku nûçegihanên AAyê ji bo mîsyoneke girîng bi performanseke muezem dixebitin û xeberdana xwe wiha domand: "Em di 2020an de olîmpiyatan naezimînin lêbelê em ê 2020an de pîroz bikin ku AA ji ajansên dinyayê yên xeberan yên herî xurt yek e. Ez bawer dikim ku 2020an de Anadolu Agency dê xeber û wêneyên amadekariyên olîmpiyata Îstanbulê a 2024an biweşîne. Ez bawer dikim ku komîteya olîmpiyatê carekê xeta kir dê cara dudan vê xetayê neke."