SAKARYA
Serokê Lijneya Rêvebiriyê û Midûrê Giştî yê Anadolu Agencyê (AA) Kemal Ozturk diyar kir ji bo ku bibin yek ji ajansên herî bi bandor ên cîhanê divê weşana pirzimanî bikin û got ku "Me networkeke global ava kir. Di vê networkê de New York parzemîna Amerîkayê, Bruksel Ewropayê, Qahîre Afrîka û Rojhilata Navîn, Baku û Moskova Asyaya Nêz û herêma Qafqasyayê, Pekîn jî herêma Asya Pasîfîkê bi rê ve dibe."
Ozturk ji bo ku beşdarî "Konferansa Rojhilata Navîn a Nû, Tirkiyeya Nû û Çapemeniya Nû" bibe hat bajêr û Serokê Şaredariya Mezin a Sakaryayê Zekî Toçoglu ziyaret kir. Ozturk piştre di konferansa ku Şaredariya Mezin a Sakaryayê di çarçoveya çalakiyên meha sermawezê de li Navenda Çandê ya Adapazariyê li dar xist de axivî û destnîşan kir ku ji bo wî girîngiyeke taybet a Sakaryayê heye.
Serokê Lijneya Rêvebiriyê û Midûrê Giştî yê AAyê Ozturk qala xebatên AAyê yên navneteweyî kir û diyar kir ji bo ku 100 salên dawîn ên bûyerên ku li Tirkiye û erdnîgariya cînar de diqewimin fehm bikin, divê li ser Şerê Yekemîn ê Cîhanê û piştî wî lêkolîn bê kirin.
Ozturk bi bîr xist ku AA ji bo têkoşîna neteweyî ragihîne hemû cîhanê di sala 1920an de hat ava kirin û got ku AAyê bi zimanên fransizî, îngilizî û osmanî weşan dikir û geşedanên li herêmê radigihand cîhanê.
-Vîzyona sala 100emîn a AAyê
Ozturk bal kişand ku AAyê bi demê re nekarî ku bi reqîbên xwe yên di heman temenê de reqabetê bike û paş ket û wiha axivî:"Zimanên weşanê yên AAyê yên wekî fransizî, îngilizî û osmanî hatine girtin, bûye saziyeke wisa ku şûna ku dengê xwe bigihîne cîhanê tenê di nav xwe de sînordar maye. Dema me rojane 600 nûçe diweşandin, AP û AFPyê rojane dora 3 û 5 hezaran de nûçe diweşandin. Dema em di sala 2011an de hatin ser peywirê em bi vê tabloyê re rû bi rû man. Heke hûn 17emîn aboriya herî girîng a cîhanê û 7emîn welatê herî mezin ê Ewropayê bin, divê çapemeniya we jî li gor wê tevbigere."
Ozturk diyar kir ku ji bo çapemeniyeke xurt divê Anadolu Agency serkêşiyê bike û di vê çarçoveyê de "Vizyona Sala 100emîn" amade kirin û wiha pê de çû: "Me biryar da ku em bibin yek ji 5 ajansên herî baş ên cîhanê. Ev projeyeke 8 salî ye. Me dema ev armanc da pêşiya xwe me di rêza cîhanê de cî nedigirt. Me projeyên xwe amade kirin, pêşkêşî hikûmetê kirin û wan jî piştgirî dan me. Jimara nûçeyên me di nav 3 salan de ji 600î derket 2 hezarî. Jimara wêneyan rojane ji 600î derket hezar û 900î. Jimara dîmenên ku rojane dihatin weşandin ji 120ê derket 250yê."
Ozturk got ku dema wan peywirê dewr girt ajansê bi zimanekî tenê weşanê dikir û niha jî jimara zimanên weşanê derxistine 8an.
Ozturk bal kişand ku weşana pirzimanî ji bo bandora navneteweyî girîng e û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Heke hûn bixwazin ku bibin yek ji ajansên bibandor ên cîhanê divê hûn weşana pirzimanî bikin. Em di hin qadan de gihiştin reqîbên xwe lê em hê jî di hin qadan de li paş in. Me networkeke global ava kir. Di vê networkê de New York parzemîna Amerîkayê, Bruksel Ewropayê, Qahîre Afrîka û Rojhilata Navîn, Baku û Moskova Asyaya Nêz û herêma Qafqasyayê, Pekîn jî herêma Asya Pasîfîkê bi rê ve dibe. Li cîhanê li 86 welatan nûnerên me hene, li 32 welatan ofîsên me hene. Ji 72 miletan 2 hezar û 300 xebatkarên me hene. Navenda me ya herî girîng û cihê ku ajans wir herî hêzdar e Rojhilata Navîn e. Em vir ji Qahîreyê bi rê ve dibin. Di ofîsa me ya li Qahîreyê de 70 xebatkarên me hene. Em dê li Senegal û Afrîkaya Başûr jî ofîsan vekin."
Toçoglu di dawiya konferansê de plaket da Ozturk.