Ferizat Kaya
09 Gulan 2017•Rojanekirin: 10 Gulan 2017
ANKARA
Li gorî xebera Science Dailyê, li kana fosfatê ya Sidi Chennaneya hewza Oulad Abdouna Fasê, hestiyê çengeya dînozorê hat dîtin. Li ser lêkolîna hevpar ya zanyarên fasî, fransî û spanî hat ragihandin ku hestiyê çengeyê yê dînozora bi navê abelizora ku di dewra tebeşîrê da li Afrîkayê hebûne.
Serokê ekîba lêkolînê wezîfedarê Navenda Tekamulê yê Zanîngeha Bathê doxtor Nick Longrich kifş wekî "piyango" bi nav kir û got ku heta niha ji Fasê ji dewra tebeşîrê fosîlên dînozoran nehatine derxistin. Dibe ku ev hestî yê dînozorê herî dawîn be ku pêşiya li Afrîkayê dînozor bi girseyî bimrin, jiya be.
Hat ragihandin ku fosîlê 'dînozorê Afrîkayê yê herî dawîn' ku 66 milyar sal berê koka wan qeliya, delîlên der barê xwezaya cuda yê nîvkureya başûrê dinyayê nîşan dide.