Önder Beyter
25 Hezîran 2019•Rojanekirin: 26 Hezîran 2019
Kapusla bi navê Sayuz MS 11 ku 204 rojan li Îstasyona Navneteweyî ya Fezayê (UUI) peywir bi cih anî, li Qazaxistanê danî.

Di daxuyaniya nivîskî ya Ajansa Fezayê ya Federal a Rûsyayê (ROSCOSMOS) da hat destnîşankirin, wesayîta fezayê ya ku kozmonotê Ûris Oleg Kononenko, astronotê ji Ajansa Fezayê ya Kanadayê (CSA) David Saint-Jacques û astronota ji Ajansa Feza û Hewageriyê ya Amerîkayê (NASA) Anne McClain tê da bûn, bi serkeftî danî û rewşa tenduristiya endamên ekîbê baş e.

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku ekîb 197 rojan li UUIyê man û di vê maweyê da jî çendîn lêkolînên zanistî û ceribîn pêk anîn.
Soyuz MS 11 par di 3yê berfanbarê da bo fezayê hatibû şandin.
Li Îstasyona Fezayê ya Navneteweyî ku NASA, Roscosmos, ESA, CSA û Ajansa Lêkolînên Fezayê ya Japon JAXA bi awayekî hevbeş bi rê va dibin, lêkolînên fezayê û ceribînên bingehîn ên zanistî tên kirin.