Rauf Maltaş, Cebrail Caymaz
29 Îlon 2026•Rojanekirin: 29 Îlon 2026
Festîvala asîmangerî, feza û teknolojiyê ya herî mezin a cîhanê ku îsal dê cara 15emîn bê lidarxistin û heta niha mazûvaniya nêzîkî 12 milyon ziyaretvanî kiriye, bi navê TEKNOFESTa Başûra Rojhilat sibê li Balafirgeha GAPê ya Şanliurfayê deriyên xwe ji ziyaretvanan ra vedike.
Festîvala Asîmangerî, Feza û Teknolojiyê ku Ajansa Anadoluyê (AA) "Hevkarê wê yê Ragihandina Global" e û di bin rêveberiya Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê, Weqfa T3 û Pîşesaziya Teknolojiyên Parastina Endazyarî û Ticaret AŞyê da ye, dê ji 30ê Îlonê heta 4ê Cotmehê li Şanliurfayê berdewam be.
Festîvala ku dê li Balafirgeha GAPê ya Şanliurfayê li qada 191 hezar metreçargoşeyî bê lidarxistin, ji pêşbirkan heta nimayişên asîmanî dê mazûvaniya gelek çalakiyan bike.
- Li asîmanan kelecan li erdê coş
TEKNOFESTa ku heta îro bi çalakiyên xwe yên ku li dar dixe, mazûvaniya nêzîkî 12 milyon ziyaretvanî kiriye, li Şanliurfayê jî dê 5 rojan çalakiyên ku berê xwe didin her temenî bi beşdarvanan ra bicivîne.
Di festîvalê da ya ku dê bibe qada nimayişên asîmanî yên asîmangerî û pîşesaziya parastinê, SOLOTURK, Sitêrkên Tirk û balafirên şer dê firîna nimayişê bikin.
Di festîvalê da helîkopterên ATAK, HUKRUS, ANKA, Bayraktar TB2, Bayraktar TB3 û Bayraktar AKINCI tevlî wesayîtên bejayî û deryayî jî dê cih bigirin.
Her wiha di festîvalê d konser, nimayişên sehneyê, pêşangeh, atolyeyên perwerdeyê, qadên ezmûna simulyasyonê, planetaryum, şowên zanistê, Tunela Demê ya TEKNOFESTê, pêşangeha wesayîtên neteweyî yên deryayî, bejayî û asîmanî, çalakiyên fuarê û çalakiyên firîna yekemîn a taybetî ji bo xwendekaran wekî gelek ezmûn dê ji ziyaretvanan ra bêne pêşkêşkirin.
- Ji bo beşdariyê ku bi temamî bêucret e, pêdivê beşdar ji bo ketina TEKNOFEST Başûrê Rojhilat, bi awayekî onlîne navê xwe tomar bikin. Ewê mêvan ji saet 09.00-19.00an karibin bikevin qada çalakiyê.
Karanîna wesayîtên veguhastina civakî di çûyîna qada festîvalê da dê derfeta gihaştina lez û hêsan bide ziyaretvanan.
Agahiyên bi hûrgilî yên derbarê TEKNOFEST Başûrê Rojhilat û qeyda serdanê, ji navnîşana "www.teknofest.org"ê tê bidestxistin.