20 Mijdar 2016•Rojanekirin: 22 Mijdar 2016
ANKARA
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên ewlehiyê hat hildan, Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) piştî ku deşîfre bû, desteya bilind a rêveberiya xwe û berpirsên xwe yên welatên biyanî guhertin.
Mustafa Ozcan di nav rêxistinê da wek "melayê Tirkiyê" tê zanîn. Desteya bilind a rêveberiyê bi serokatiya Ozcan hat revîzekirin û kesên wek Naci Tosun, Reşît Haylamaz, Mustafa Yeşîl, Sadik Kesmecî, Îrfan Yilmaz ketin rêveberiyê.
FETO li Ewropa, Asya, Asya Pasîfîk, Awustralya, Efrîqa, Amerîkaya Başûr û Amerîka Bakur fealiyetan dike û tehdîteke kurewî çêdike. Hat gotin ku berpirsê FETO yê Amerîkayê Îsmaîl Buyukçelebî, berpirsê Ewropayê Abdullah Aymaz e.
- Desteya bilind daxistin 11 kesan
Desteya bilind a FETOyê piştî Fetullah Gulen bi serokatiya Mustafa Ozcan ji 14 kesan pêk tê, rêvebiriya nû daxistin 11 kesan.
Ev nav wiha ne: Mustafa Ozcan, Îsmet Aksoy, Nacî Tosun, Şerîf Alî Tekalan, Îrfan Yilmaz, Reşît Haylamaz, Abdullah Aymaz, Mehmet Erdogan Tuzun, Mehmet Alî Şengul, Mustafa Yeşîl, Sadik Kesmecî.
- FETO li 30 welatên Ewropayê feal e
Tê gotin, Abdullah Aymazê ku berpirsê Ewropayê yê FETO ye, di heman demê da di desteya bilind a rêveberiyê jî da ye. Hat gotin ku Suleyman Tîftîk berpirsê Ewropaya Rojava, Nacî Guven jî alîkarê wî ye.
Abdullah Aymazê ku navê wî di lîsteya "yên ji ber terorê tên lêgerîn" de ye li Almanayayê rêvebirê payebilind ê rêxistinê ye û nayê zanîn ku ew li kîjan bajarî dijî.
Hat ragihandin ku FETO li 30 welatên Ewropayê xebatan dike. Hayrettîn Ozkul berpirsyarê Ewropayê yê FETOyê ye, Adnan Azak berpirsyarê Îngiltereyê, Huseyîn Karakuş yê Fransayê, Davut Yalçin jî yê Belçîkayê ye.
- Berpirsyarên FETO yên Asyayê
FETO li 20 welatên Asyayê xebatan dike. Berpirsyarê FETO yê Îsraîlê Harun Tokak, yê Erebistana Siûdî Mevlut Boztaş, yê Japonyayê Mustafa Arslan, yê Çînê Levent Oguz, yê Pakistanê Unal Toşur e.
Navê Harun Tokak di îdianameya lêpirsîna FETO ya ku ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Uşakê ve tê meşandin de wek şikbarê duyemîn derbas dibe.
- Berpirsyarên FETO yên Amerîkaya Bakur û Başûr
Der barê berpirsyarên FETO yên Amerîkaya Bakur û Başûr de jî hat gotin ku berpirsyarê Kolombiyayê Yunus Yaman, yê Venezuelayê Eyyup Mahmut Gunel, yê Brezîlyayê Hamdullah Bayram Ozturk, yê Çîliyê Şadî Şen, yê Arjantînê jî Mustafa Eker e.
Hat ragihandin ku li Amerîkaya bakur berpirsê FETOyê yê DYAyê Îsmaîl Buyukçelebî, berpirsê Kanadayê Îsmaîl Nazli, berpirsê Meksîkayê Osman Karaca, berpirsê Komara Domînîkê jî Mehmet Unalan e.Herwiha hat diyarkirin ku di lîsteya "ji ber terorê lê digerin" da Îsmaîl Buyukçelebî di kategoriya sor da ye û di 1997an da wekî berpirsê Çînê fealiyetên rêxistinê kirine. Dîsa eşkere bû ku di 2010an da Buyukçelebî wekî berpirsê rêxistinê yê DYAyê hat wezîfedarkirin.
- Berpirsên FETOyê yên Efrîqayê
Li 20 welatên Efrîqayê berpirsên FETO hene ku rêxistinên li van welatan fealiyetên xwe didomîne. Hat kifşkirin ku berpirsê rêxistinê yê Misirê Orhan Keskîn, berpirsê Lîbyayê Nurettîn Kaya, berpirsê Tunusê Alî Kokten, berpirsê Cezayîrê jî Hamît Olgun e.
- Berpirsên FETOyê yên Asya Pasîfîkê
FETO ligel Awustiralyayê li welatên Asya Pasîfîkê yên mîna Malêzya, Singapur, Taywan, Hong Kong, Vietnam, Fîlîpîn, Endonezya, Laos, Papua Gîneya Nû fealiyetên xwe dimeşînin.