Muhammet Kurşun
20 Nîsan 2017•Rojanekirin: 21 Nîsan 2017
HEWLÊR
Serokwezîrê Herêma Kurdiğstanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Wezîrê Derveyî yê Almanyayê Sigmar Gabriel kir.
Li gor daxuyaniya malpera resmî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê, Barzanî û Gabriel li ser rewşa giştî ya herêmê, şerê li dijî terorîstên DEAŞê, têkiliyên Herêma Kurdistanê û Almanyayê axivîn.
Li gor daxuyaniyê Wezîrê Derveyî Gabriel xweşhaliya xwe bi hatina Kurdistanê nîşan da û ji bo şerê giran ê li dijî DEAŞê sipasiya Pêşmerge kir. Herwiha ji bo hewandina jimareyeke zêde penaberan destxweşî li hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.
Gabriel destnîşan kir ku hewandina penaberan ji bo Almanyayê û raya giştî ya navneteweyî cihê pêzanîn û rêzgirtinê ye.
Wek din bal kişand ser bihevrejiyana dînî û neteweyî ya li Herêma Kurdistanê û piştgiriya Almanyayê ji bo Herêma Kurdistanê di warê eskerî û însanî de dubare kir.
Wezîrê Almanyayê anî ziman ku ji bo têkiliyên wan bi Herêma Kurdistanê re kûrtir bibin dê hewl bidin. Ji bo çareserkirina kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de jî diyar kir ku divê guftûgo û diyalog berdewam be.
Barzanî jî behsa arîkariya Almanyayê di şerê li dijî terorê de kir û daxwaz kir ku ev berdewam be. Herwiha amadebûna Herêma Kurdistanê ji bo bihêzkirina her cure têkiliyên digel Almanyayê ragihand.
Li ser kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê jî wiha axivî:
"Ji aliyê eskerî ve têkiliyeke me ya bihêz digel Artêşa Iraqê heye. Lê belê di mijarên din de guftûgoyeke ciddî nebûye. Em dixwazin civaka navneteweyî di vê mijarê de rola xwe bîne cih.
Der barê referandûma serxwebûnê de jî Nêçîrvan Barzanî raya xwe wiha anî ziman:
"Referandûm mafekî suriştî yê Xelkê Kurdistanê ye. Ev diyarkirina çarenivîsa wan e. Xelk, hikûmeta Herêma Kurdistanê û aliyên siyasî bawer nakin ku heqê xwe bi rêya şiddetê bi dest bixin. Belkî hewcehî bi rêyên guftûgoyên ciddî heye. Di vê heyamê de civaka navneteweyî dikare arîkar be."