ANKARA
Wezîrê Darayiyê Mehmet Şîmşek di çarçoveya "Rûdanên Aboriya Makroyê û Pêkhatinên Butçeya Rêveberiya Navendî ya heyama rêbendan-adarê ya sala 2015an" civîna çapemeniyê li dar xist û der heqê pêkhatinên çaryeka ewil de agahî da.
Şîmşek diyar kir ku di budçeyê de di meha adarê de 6 milyar û 800 milyon kêmdana carî pêk hat û got ku ev li gor heman heyama par milyar û 800 milyon zêde ye û wiha pêde çû: "Li Tirkiyeyê niha em tam li gor hedefên butçeyê xerckirinan dikin."
- Heyama rêbendan-adarê
Wezîrê Darayiyê Şîmşek der heqê pêkhatinên budçeyê yên ku di çaryeka ewil de qewimîn de jî agahî da û destnîşan kir ku di heyama rêbendan-adarê de jî 5 milyar û 400 milyon kêmdana carî çêbû û ev rêje li gor heman heyama par 3 milyar û 900 milyon zêde ye.