Li Diyarbekirê "Fûara Cewahîran a Mezopotamyayê" hat vekirin.
Fûar ji aliyê Odeya Zêrker û Zêrfiroşan a Diyarbekirê ve li Navenda Kongre û Fûarê ya TUYAPê hat lidarxistin, 70 firmayên hilberînerê zêrkeriyê, cewahîran û saetan, tomerîfiroş û îxracatker beşdarî fûarê bûn. Li fûarê eleqeyeke mezin nîşanê Bircên Diyarbekirê yên ku ji 60 kîlo zêrî hat çêkirin û fîgura Minareya Çarpê ya ku ji 50 kîlo zêrî hat çêkirin û pêlav, bîberon û mijokên ku bi ava zêran çêkirine dan.
Waliyê Diyarbekirê Huseyîn Aksoy di vekirina fûarê de axivî û got di fûarê de tê dîtin ku çandên cuda yên li herêmên cuda yên Tirkiyeyê bandorê ser berheman kirine.
Aksoy girîngiya fûarê ya ji bo herêm û welêt destnîşan kir û wiha axivî:
"Li Diyarbekirê cara ewil fûareke wiha hat lidarxistin. Nêrînên wekî mijara ewlehiyê di asta jor de ne, hene. Diyarbekir bajarekî wekî ku ji derve tê dîtin nîne. Diyarbekir jî wekî bajarên din e û jiyana rojane her dem berdewam dike. Ez vê fûarê wekî organîzasyoneke ku dê bikare nêrîna der barê bajarê me de biguherîne dibînim."
Serokê Odeyê Mustafa Akkul jî destnîşan kir ku fûar fûareke navnetweyî ye û wiha axivî: "Ji Tirkiye, Herêma Kurdistana Iraqê, Iraq, Îran û Ermenistanê nûnerên fîrmayên ku di vê sektorê de cî digirin, beşdarî fûarê bûn. Ji Herêma Kurdistana Iraqê 250 esnaf di fûarê de cî digirin. Di serî de serokên odeyan ên li 81 bajêran, bi hezaran kesên ku ji çar aliyên Tirkiyeyê hatin dê seranserê 3 rojan li Diyarbekirê bibin mêvanên me. Em cara ewil mazûvantiya vê fûarê dikin û ev fûar dê piştgiriyê bide îmaja herêm û Diyarbekirê ya di sektorê de."
Li derûroda fûarê bergiriyên mezin ên ewlehiyê hatin girtin. Hat diyarkirin ku gel nikare fûarê ziyaret bike û fûar dê heta 26ê nîsanê bê ziyaretkirin.