18 Mijdar 2016•Rojanekirin: 19 Mijdar 2016
HAKKARÎ
Balafirgeha Selahaddîn Eyyubî ya li Yuksekovaya navçeya Hekariyê ku piştî pêkanîna ewlehiyê hat vekirin di nav 2 meh û nîvekê da xizmet da 27 hezar rêwiyî.
Balafirgeh ji ber êrîşên terorê ji salekê zêdetir girtî ma û di 9ê îlonê da bi sefera Stenbol-Yuksekovayê cardin hat vekirin. Li balafirgehê seferên Enqere-Yuksekovayê ku di heftê 2 car hebûn ji ber ku rêwî zêde bûn derket 6an û seferên Stenbol-Yuksekovayê 7 sefer hene.
Li balafirgehê di nav alan 2 meh û nîvekê da 114 sefer hatin kirin û ximzet da 27 hezar rêwiyî.
"Aboriya navçeyê baş bû"
Qaymeqamê Yuksekovayê Îbrahîm Çenet daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got balafirgehê li herêmê rûpelekî nû vekir û wiha axivî:
"Ji bilî seferên me yên normal niha em ji bo seferên wilayetên din jî dixebitin. Bi saya balafirgehê aboriya navçeya me jî pêşveçû. Mamosteyên me, karmendên me û xwendekarên me balafirgehê bi kar tinîn û kêrî hemû kesî tê. Teksîciyên me ji îstifade dikin. Lê di xizmetê da tu sînor tuneye, lê li sînor xizmet heye."
- Rêwî ji balafirgehê memnun in
Haci Demirê rêwî got ku balafirgeh şan û nemetekî mezin e. Demir bi bîr xist ku berê ji bo teyareyê diçûn Wanê û wiha got:
"Hetanî me xwe digihande Wanê bi rêhewayê meriv ji Yuksekovayê digihêje Stenbolê. Eva xizmeta ji memleketê me ra bi xêr be. Înşaellah ew ê wiha bê qeza bê bela dewam bike û hizûr bê welatê me. Midûrê balafirgehê û xebatkar jî baş dixebitin. Ji wan ra jî sipas dikim."
Selîn Uygurê jî got ji ber ku ji Stenbolê rasterast tên Yuksekovayê zehf memnun in û bajafirgeh ji bo gel xizmeteke baş e.