Hüseyin Cem Dağıstanlı
12 Îlon 2026•Rojanekirin: 12 Îlon 2026
Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê, derbarê Konferansa 31emîn a Aliyên Peymana Çarçoveyî ya Guherîna Îqlimê ya Neteweyên Yekbûyî (COP31) da parvekirinek kir.
Di parvekirina ku di hesabê medyaya civakî yê Serokatiyê da hate kirin da, ev tişt hatin tomarkirin:
"Dilê dîplomasiya îqlimê ya cîhanî dê li Tirkiyeyê lê bide. Di rêya politîkayên jîngehê yên dîtinwer da ku bi rêberiya Serokomarê me Birêz Recep Tayyip Erdogan tê meşandin da, Konferansa 31emîn a Aliyên Peymana Çarçoveyî ya Guherîna Îqlimê ya Neteweyên Yekbûyî (COP31) di navbera dîrokên 9-20î Çiriya Paşîn a 2026an de di bin serokatî û malxwedîtiya welatê me da dê bê lidarxistin."
Di ser wêneyên ku di parvekirinê da hatin dayîn ra jî pênaseya COP31ê, malxwedîtiya lûtkeyê ya li Antalyayê, mijarên pêşîn ên ku dê bên girtin dest û giringiya wê ya di aliyê Tirkiyeyê da hate veguhastin.