Abdullah Tel
29 Îlon 2017•Rojanekirin: 30 Îlon 2017
GAZÎANTEP
Kîloya kakilê fistiqê Entabê ya herî bi qalîte îsal ji ber kêmbûna rekolteyê ji ser 120 lireyî tê firotin.
Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê berhev kir fistiqê Entabê ya ku wek "zêrê kesk" tê binavkirin ji ber kêmasiya rekolteyê îsal li gor salên berê bi bihayê herî zêde tê firotin.
Li herêmê kîloya kakilê boz ê fistiqê Entabê ku yê "herî biqiymet" tê hesibandin, di paste û peqleweyan da tê emilandin komî ji ser 120 lireyî tê firotin. Grama zêrê 22 eyar niha di asta 130 lireyî da tê firotin û fistiqê Entabê bi bihabûna xwe bi zêr ra serî dikişîne.
Serokê Komeleya Pîşesazên Fistiqê Gazîentabê Neşet Uçar daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku par bi awayê bendewarî zêde bû jî bi tevahî qasî 110 ton fistiqê Entabê rakirin.
Uçar got ku par rekolte li gor dilê wan nebû û rekolteya fistiqê Entabê îsal jî kêm derket û ev yek bû sedema bihabûnê û wiha pê da çû: "Beriya heyamê em li hêviyê bûn ku par bi qasî 150 tonî û îsal jî bi qasî 50 tonî fistiqê Entabê hebe lê wisa nebû par bi qasî 110 tonî fistiqê Entabê derket. Hêviya me ew bû ku rekolte par zêde bibe û bermayiyên wê jî wê ji bo îsal bimana lewra me dizanibû ku wê îsal rekolteyê kêm be. Me yê kêmasî bi vî awayî temam bikira lê nebû."
Uçar destnîşan kir ku ji ber kêmbûna rekolteyê bihayê fistiqê Entabê jî di navbera ji sedî 80 û sedî 100 da zêde bû.