İbrahim Atmaca
15 Sibat 2018•Rojanekirin: 18 Sibat 2018
ÎSTANBUL
Vê hefteyê li sînemayên Tirkiyeyê 4 jê biyanî 8 fîlmê têkevin vîzyonê.
Di fîlma "De Hadê Kurê Min" da Kivanç Tatlitug, Buşra Develî, Alîhan Turkdemir, Yucel Erten, Ferîdun Duzagaç, Sezaî Aydin, Cem Zeynel Kiliç û Yildiz Kultur dileyîzin û derhênerê wê Bora Egemen e. Cureya fîlmê diram e û li ser çîroka bavekî ji bo kurê xwe hewl dide disekine.
- "Razên Sifreyê"
Nivîskar û derhênerê vê fîlmê Umît Unal e û tê da wek mîzahî li ser çîroka jinekê ye ku ji derva va jina malan dixuyê, lê di heman demê da kujerek e.
Di fîlmê da Demet Evgar ku serleheng e, Fatîh Al, Alîcan Yucesoy, Elît Andaç Çam, Firat Altunmeşe, Ferît Aktug û Emrah Kolukisa dileyîzin.
- "Fistiqê Entabê"
Derhênerê fîlmê Oguz Yalçin e. Di fîlmê da behsa keçeke ku bavê ji Gazîantebê ye, lê li Almanyayê bûye û mezin bûye tê kirin. Keçik ji bo mîrata kalikê xwe vedigere Entabê û bûyerên henekî diqewimin.
Di fîlma ku Orhan Uslu senaryoya wê nivîsiye da Ivana Sert, Orhan Uslu, Tuncay Gunhan, Sefa Zengîn û Vural Buldu dileyîze.
- "Raza Di Derî Da"
Derhênerê fîlmê Mehmet Alî Zaîm e. Tê da Şîar Zaîm, Natalî Kayova û Melek Orhanoglu dileyîzin û fîlmeke tirsê ye, li ser çîroka jinekê ye ku bi salan bi destê hêzên veşartî hatiye girtin.
- "Black Panther"
Fîlm li ser çîroka Panterê Reş ku piştî mirina bavê wî yê Qralê Wakandayê derbasî text dibe û dibe qral û paşê vedigere mala xwe ya li Afrîkayê disekine.
Nivîskarên çîrokê Joe Robert Cole û Ryan Coogler e. Di çîrokê da qralê ciwan rastî îxanet û talûkeyê tê, paşê mitefîqên xwe dicivîne ku dijminê xwe têk bibe.
Derhênerê fîlmê Ryan Coogler e û tê da Chadwick Boseman, Michael B. Jordan, Lupita Nyong'o, Danai Gurira, Andy Serkis, Daniel Kaluuya, Angela Bassett, Martin Freeman, Letitia Wrightve Forest Whitaker dileyîzin.
- "Dengê Avê"
Vê fîlmê di Mihrîcana Fîlmên Venedîkê da xelata Şêrê Zêr qezenc kir. Di fîlmê da qala Şerê Dîplomatîk ku di sala 1963yan da gur dibe dike. Jinek di fîlmê da li laboratuwara dewletê da li ser rewareke avê ceribandinan dike.
Derhênerê fîlmê Guillermo Del Toro ye. Del Toro û Vanessa Taylor bi hev ra senaryoya fîlmê nivîsîne. Di kadroya lîstikvanan da Sally Hawkins, Michael Shannon, Richard Jenkins, Doug Jones, Michael Stuhlbarg û Octavia Spencer heye.
- "Ez, Tonya"
Di fîlmê da Margot Robbie, Allison Janney, Sebastian Stan, Bobby Cannavale, Mckenna Grace û Julianne Nicholson dileyîzin. Derhênerê wê Craig Gillespie ye.
Fîlm cara ewil di Mihrîcana Fîlma Torontoyê da hat temaşekirin. Fîlm ji ber roportaja ku bi Tonya Hardinga patenkara qeşayê ya Amerîkayî û Jeff Gilloolyê mêrê wê yê berê ra hatiye kirin, hatiye çêkirin. Fîlm li ser kariyera Hardingê û skandala komployê ya sala 1994an disekine.
- "Malbata Cinawir a Bextewar"
Fîlm anîmasyon e û derhênerê wê Holger Tappe ye. Li ser malbata Wishbone ku 4 kes in û li parkê tiştên ku têne serê wan disekine.