Mert Davut,Erhan Cihan Ünal
05 Tîrmeh 2023•Rojanekirin: 05 Tîrmeh 2023
Ji aliyê bihayê xerîdaran va di hezîranê da berê ku bihayê wê herî zêde bû çayê ye Çay ji sedî 14,93 zêde bû. Bihayê ku herî zêde kêm bû jî hêk in. Bihayê hêkan ji sedî 6,14 erzan bû.
Li gor daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK), piştî çayê bihayên otel, pansiyonan zêde bûn. Cixare ji sedî 12,29, fêkî ji sedî 11,74 zêde bûn.
Rêwîtiya balafirê di hezîranê da ji sedî 11,73, sotemeniya wesayîtan ji sedî 11,32, otomobîl (ya bibenzîn) ji sedî 10,49, ekîpmanên barkirina daneyan ji sedî 7,7, gewher, saet û saetên zendan ji sedî 6,83, têlefon û telefaks ji sedî 6,49 zêde bûn.
Di hezîranê da hêk ji sedî 6,14, solê zarok û dergûşan ji sedî 1,81, penêr ji sedî 1,01, mobîlyayên odeya razanê ji sedî 0,95, şîr ji sedî 0,53, ar ji sedî 0,29, goştê mirîşk û elokan ji sedî 0,2 erzan bûn.