Abdullah Tel
01 Îlon 2017•Rojanekirin: 02 Îlon 2017
ÎSTANBUL
Li gor daneyên Meclisa Îxracatkarên Tirkiyeyê (TÎM) îxracata meha tebaxê ya îsal li gor heman meha par ji sedî 11,9 zêde bû û gihîşt 12 milyar û 439 milyon dolarî.
TÎMê daneyên îxracata meha tebaxa 2017an eşkere kir.
Li gor vê îxracata meha tebaxê ya îsal li gor heman meha par ji sedî 11,9 zêde bû û gihîşt 12 milyar û 439 milyon dolarî. Îxracat ji serê salê heta niha ji sedî 10,7 zêde bû û gihîşt 102,5 milyar dolarî, di 12 mehên dawîn da jî îxracat ji sedî 7,8 zêde bû û gihîşt 151,8 milyar dolarî.