Ahmet Aydın
30 Tebax 2017•Rojanekirin: 01 Îlon 2017
LONDRA
Saziya pledayîna krediyê ya nêvdewletî Moody’sê ragihand ku pêşbiniya asta geşeyê ya Tirkiyeyê ya îsal ji sedî 2,6 bilindkiriye 3,7an.
Di rapora saziya pledayîna krediyê de ya bi navê "Dîtina Makro Ekonomî ya Kurewî" derbarê aboriya Tirkiyeyê de wiha hat gotin; "Aboriya Tirkiyeyê, di çaryeka dawîn a 2016an de, bi dû mezinbûna geşeyê re, sala 2017an jî berdewam bû. Di encamê de me asta geşeyê ya Tirkiyeyê ya îsal ji sedî 2,6 bilindkiriye 3,7an. Em çaverê ne sala 2018an geşeya aboriyê derdora ji sedî 3,2yan bê."
Cîbicîkirina teşwîqên weke daşikandinên bacê, temînata krediyê, di çarçoveya reqabeta fiyet de zêdebûna îxracata bo Yekîtiya Ewropayê û herwiha zêdebûna hejmara geştiyarên ji Rûsya û Îsraîlê, weke sedemên vê geşeya aboriyê hatin nîşandan.