Abdullah Tel
07 Tebax 2018•Rojanekirin: 08 Tebax 2018
BURSA
Şaredariya Bajarê Mezin a Bursayê di sala 2014an da ji bo ku kêra Bursayê wekî marqe bê qebûl kirin serî li ewraqê tescîla îşareta erdnîgariyê dabû û serlêdana wê tîrmeha borî ji hêla Saziya Marqe û Patentê ya Tirk va hatibû erêkirin.
Bi tescîlkirinê va tê xwestin ku kêra Bursayê îsal bi qasî 2 milyon heb bê îxrackirin û ji bo pêkhatina armancê jî kar û xebat ji serê mehê vir va dest pê kirin.
Kêra Bursayê ku hatiye tescîlkirin hê jî bi rê û rêbazên ji bav û kalan mane û bi destan tên çêkirin. Ji ber tescîlkirinê ji niha pê va wê merheleyên çêkirinê û pêvajoya îmalkirinê jî wê bên qeydkirin.
Kêra Bursayê ya ku gelekî li ber xwe dide ji ber tûjî û qelîteya xwe baş tê zanîn niha salê bi qasî 5 milyon hebî tê çêkirin. Ji niha pê va wê çêkirina kêra Bursayê bi kordîneya Şaredariya Bajarê Mezin a Bursayê va ji hêla wezîfedarekî Odeya Pîşe û Bazirganiyê ya Bursayê, sê hostayên kêrê yên ji Komeleya Kêrkerên Bursayê û rayedarekî ji Zanîngeha Uludagê va bên kontrolkirin.
Hosteyên kêran ên ku bi salan e ev kara ji bav û kalên xwe hîn bûne û didomînin ji ber tescîlkirina marqeyê gelek kêfxweş in û hêvî dikin ku ev yek bi kêrî wan bê.
Serokê Komeleya Kêrfiroşên Bursayê Fatîh Adlîg daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku Kêra Bursayê bi tûjî û qelîteya xwe baş tê zanîn û li seranserê bajêr bi qasî 50 hostayên bi vî karî ra eleqedar dibin hene.
Adlîg diyar kir ku salê bi qasî 5 milyon heb kêr tên çêkirin û ji wan niha milyonek ji bo 15 welatan tên îxrackirin û hedefa wan ew e ku îsal vê derxin du qatî.
Di nav welatên ku kêrên Bursayê tên îxrackirin da Îngiltere, Amerîka, Urdin, Bulgaristan û Azerbeycan jî cih digirin.