Önder Beyter
09 Tebax 2018•Rojanekirin: 10 Tebax 2018
ANKARA
Wezîrê Xezîne û Darayiyê Berat Albayrak dê sibê çarçoveya Modêla Aboriyê ya Nû ku di encama civînên îstişareyê da hat sêwirîn, bi raya giştî ra parve bike.
Di daxuyaniya Wezareta Xezîne û Darayiyê da hat bibîrxistin ku xebatên der heqê Bernameya Maweya Nêzîk (BMN) da bênavber dewam dikin.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku di bin sîwana wezaretê da bi beşdariya akademîsyen û derdorên eleqedar va komxebatek hat lidarxistin û herwiha îstişare jî dewam dikin.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin, "Ji bo ku di çarçoveya BMNyê da mezinbûna 2019an dê di navbera 3-4an da pêk were û herwiha enflasyon jî berjêrî yek xaneyê bibe, dê plansaziya polîtîkayeke qewîn û rêzetevdîran were kirin. Herwiha tê texmînkirin ku ferqa carî jî dê di derdora ji sedî 4an da be."
Herwiha di daxuyaniyê da hat gotin ku ji bo mehên mayîn ên sala 2018an hedef ew e ku bi teseruf û zêdekirina dahatê, ferqa zêde ya dervayî faîzê bibe 5 milyar lire û wiha hat gotin, "Ferqa budceyê dê di astên 1,5an da bên sînorkirin, rêjeyên guhertina deyn a Xezîneyê dê berjêrî binê ji sedî 100an bibe."
Herwiha hat destnîşankirin, armanca sereke ew e ku heya dawiya salê ev hedef pêk werin û wiha hat dewamkirin, "Pergala bankegeriyê ya Tirk bi bingeha xwe ya sermaye û bîlançoyê ya saxlem va çawa ku berê kir, îro jî dikare bi awayekî çalak guherînên fînansî bi rê va bibe."
Di daxuyaniyê da herwisa hat destnîşankirin, çarçoveya Modêla Aboriyê ya Nû ku di encama civînên îstişareyê da hat sêwirîn dê sibê ji aliyê Wezîr Berat Albayrak va bi raya giştî ra were parvekirin.