Di van salên dawîn de zêdebûna tûrîstên ereb li zozanên Behra Reş yên ku xwediyê daristanên qerase, robarên dirêj û hêşînahiya xwe ya newaze ne, balê dikişînin. Egereke vê zêdebûnê jî hezkirina wan a Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan e.
Şaredarê bajaroka Yavûz Kemalê ya ku Zozanê Kûlakkaya li ser e Abdullah Onal ji nûçenûsê AAyê re daxuyand ku bi tevavkirina kêmasiyan re hatinûçûna tûrîstên biyanî û welatî zêde bû.
Onal got ev çend salên dawin in ku bala tûrîstên ereb zêde li ser vir e û wiha pê de çû:
"Berî çend salan me vê zêdehiyê li Uzungol û li zozanê Rîzeyê didît. Bi qedandina kêmasiyên me re em dibînin ku tûrîstên ereb jî gelek tên ziyareta li vir. Bi taybetî jî Kûlakkaya bala tûrîstan dikêşe. Zozanê Kûlakkayayê bi daristanên xwe yên qerase, robarên xwe yên dirêj û hewaya xwe ya paqij ji koşeyên bihuştê cihek e. Em carinan bi tûrîstên ereb re hev dibînin, em dipirsin gelo hûn berê jî dihatin li vir an na, ew jî dibêjin em zêdetir diçûn Misir û Ewropayê, lêbelê ji vir ha de dibêjin ku em ê werin Tirkiyê û her wiha careke din ku bên zêde li vir bimînin."
Tûrîstê ji Qatarê Îsmaîl Abdurrahman li zozanê Kûlakkayayê bêhna xwe vedide û dibêje egera hatina min a Tirkiyê yek jî Serokwezîr Recep Tayîp Erdogan e ku ez ji wî gelek hez dikim û wiha axivî: "Tirkiye welatê misilmanan e. Dengê banga nimêjê gelek xweş e. Ji egereke hatina me ya li vir ev e. Egereke din jî Serokwezîr Recep Tayîp Erdogan e. Li Qatarê Serokwezir Erdogan gelek tê hezkirin. Li her malê wêneyekî wî heye. "