Muhammet Kurşun
23 Hezîran 2017•Rojanekirin: 23 Hezîran 2017
ŞANLIURFA
Serkomar Recep Tayyîp Erdogan ragihand ku dê kes nikaribe dest dirêjî aramiya xelkê bike û got: "Zihniyeta berê, çawa ku li hemû deran dike welatiyên min mehkûmî xendeq û çalan kirin. Ew mehkûmî herî, toz û xubarê kirin. Lewra miameleya însanan bi wan re nekirin. Lê niha dewran guherî."
Serkomar Recep Tayyîp Erdogan li Serêkaniya navçeya Şanliûrfayê bo welatiyan axivî.
Li Serêkaniyê bi dirûşmên "Rast bisekine, xwe netewîne, Serêkaniyê bi te re ye" hat pêşwazîkirin û got: "Sax bin, her hebin, em jî bi we re ne. Înşellah dê rojên gelekî xweştir di pêşerojê de çêbin."
Li ser xizmetên ku li Serêkaniyê hatin kirin Erdogan got ewî di hatina xwe de rêyên qîrkirî dîtine û di demên berê de ev tunebûne. Erdogan got:
"Zihniyeta berê, çawa ku li hemû deran dike welatiyên min mehkûmî xendeq û çalan kirin. Ew mehkûmî herî, toz û cxubarê kirin. Lewra miameleya însanan bi wan re nekirin. Lê niha dewran guherî. Xelkê min ê Serêkaniyê mehkûmî van tiştan dibû. Elhemdulillah her ku diçe dê baştir bibe. Baş bizanin em bi we re ne, emê her li cem we bin."
Erdogan got li Şanliûrfayê di 15 salan de 35 milyar lîre veberhênan hatiye kirin û wiha axivî:
"Yên berê li ku bûn? Hîç. Pereyê ku stendin ji çiyê re şandin. Pereyê ku stendin li dijî zarokên vî welatî wek gulle bi kar anîn. Lê em ji vî milletî hez dikin. Em aşiqê ereb, kurd, tirk 80 milyonî ne. Emê daîma wisa bin, lewra em ji bo xaliq ji mexlûqan hez dikin. Emê her wisa bin. Lê ricayeke min ji we heye, pêşî gazî xwişkên xwe dikim, gelî xaniman divê hûn derî bi derî bigerin û bikevin dilê xelkê. Gelî gencan, hûnê jî bigerin.
Niha Adara 2019an û Çiriya Pêşîn a 2019an du hilbijartinên muhîm hene. Emê ji niha ve haziriya wan bikin."
Der barê têkoşîna li dijî terorê de jî wiha nirxandin kir:
"Nîştimanê 780 hezar kîlometre çargoşe ye. Em bi kesî nadin parçekirin. Li Gebarê, Cûdiyê, Tendûrekê, Robarên Bestê emê li her derê hebin. Lewra dê kes nikaribe dest dirêjî aramiya millet bike. Emê di bin garantiya Komara Tirkiyê de van xizmetan bidomînin."