Haydar Karaalp
04 Sibat 2025•Rojanekirin: 05 Sibat 2025
Wezîrê Neftê yê Iraqê Heyyan Ebdulxanî diyar kir ku nefta Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) wê teslîmî Şirketa Bazarkirina Neftê ya Iraqê (SOMO) bikin û ev neft wê ji Bendera Ceyhanê ra were îxrackirin.
Ebdulxanî ji INAya ajansa nûçeyan a fermî ya Iraqê ra axivî û wiha got, "Wekî Wezareta Neftê me ji hikûmeta herêmî ra nivîsek şand û dest bi xebatên prosedurê kir ku nefta HKIyê teslîmî SOMOyê bikin."
Ebdulxanî diyar kir, hikûmeta navendî xwediyê wê derfetê ye ku berên nefta HKIyê bi rêya SOMOyê îxrac bike û bi Tirkiyeyê ra jî xebatên prosedurî tên meşandin ku neft ji Bendera Ceyhanê ra bê îxrackirin.
Ebdulxanî daxuyand, HKI wê rojane 300 hezar bermîl neft teslîmî rêvebiriya navendî bike û SOMO jî wê vê neftê bi rêya Bendera Ceyhanê îxrac bike.
Wezîrê Iraqî destnîşan kir ku HKI ji Bexdayê ra deyndarê neftê ye û di vê mijarê da ji bo ku lihevkirin çêbibe di navbera Bexda û Hewlêrê da mizakere tên kirin.
Li HKIyê maliyeta serê her bermîl nefta ku tê derxistin û veguhastin wekî 16 dolarî budçe jê ra hatiye kifşkirin. Meclisa Iraqê guhertinên qanûna vê budçeyê pesend kiribû.
Nefta ku wê ji herêmê were îxrackirin, wê êdî teslîmî SOMO an jî Wezareta Neftê ya Federal bikin, Wezareta Neftê wê mesrefên hilberîn û veguhastinê bide.