Fatma Eda Topcu
19 Sibat 2024•Rojanekirin: 21 Sibat 2024
Hilberîna zêrê çaryek di 2023yan da li gorî sala beriyê ji sedî 67,8 zêde bû û derket 17 milyon û 797 hezar û 970 heban.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji daneyên Midûriya Giştî ya Derbxane û Çapxaneya Demxeyê hildan hev, di 2023yan da hilberîna zêrê çaryek li gor sala beriyê gelekî zêde bû.
Derbxaneyê herî zêde di gulanê da zêrê çaryek çêkir, dû ra meha sibatê tê.
Li gor vê mîqdara çêkirina zêrê çaryek a seranserê salê li gorî 2022yan ji sedî 67,8 zêde bû û derket 17 milyon û 797 hezar û 970 heban. Di 2022yan da 10 milyon û 607 hezar û 900 heb zêrê çaryek hatibûn çêkirin.