Li Başûrê Rojhilatê Anadoluyê ji ber êrîşên terorê aboriyê zirareke mezin dît.
Dema pêvajoya çareseriyê kesên ku dixwestin li Başûrê Rojhilatê Anadoluyê veberhênanan bikin ketin rêzê, li herêmên pîşesaziyê yên organîze rêjeya tijebûnê gihîşte ji sedî sed, amadehî dihatin kirin ku etap û herêmên nû bên vekirin. Lê niha ji ber êrîşên terorê hemû xebat, amadehî û plan hatin sekinandin.
- "Erîşên terorê bandoreke neyênî li ser aboriyê kir"
Serokê Lijneya Rêvebiriya Yekîtiyên Îxracatvanên Başûrê Rojhilatê Abdulkadîr Çikmaz ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku êrîşên terorê bandoreke neyênî li ser aboriyê kir û wiha axivî: "Ji ber êrişan veberhêner naxwazin werin herêmê, îxracat, veberhênan û aboriyê zirar dît. Kesên ku tiştan difroşin herêmê bifikar in. Ji xwe ev bi salan bû ku sermaye diçû rojavayê. Bi pêvajoya çareseriyê ve ev hinekî guherîbû. Turîst dihatin herêmê, turîzm hinek pêşketibû. Ev jî dibû sedem ku esnaf bazirganiyê bike û pere qezenc bike. Rûyê gel dikeniya. Her kesî dît ku dema çek bêdeng bin, rewşa aştiyê hebe li herêmê çi dikare bibe."
- "Di îxracatê de ji sedî 25 kêmasî çêbû"
Serokê Odeya Pîşesaziyê û Bazirganiyê yê Diyarbekirê Ahmet Sayar jî got ku ji ber êrîşên terorê îxracat kêm bû û wiha axivî: "Dema pêvajoya çareseriyê ji herêmê îxracateke zêde çêdibû. Lê heke mirin, pevçûn û rageşî çêbe di serî de herêm û bi giştî li Tirkiyeyê aboriyê nebaş bibe. Diyarbekir di nav sîstema teşwîqê de herêma herî biawantaj e, lê dîsa jî para ku hewce dike negirt. Ya rast li herêmê pakêta teşwîqê ya herî mezin ew e ku pevçûn bi dawî bibin, aştî û aramî pêk bê. Heke ev nebe û hûn çiqas pakêtên bi awantaj pêşkeş bikin jî, hejmar nîşan didin ku pêşveçûn çênabe."
- "Sermaye car din ber bi rojavayê ve çû"
Serokê Yekîtiya Odeyên Zenaatkar û Esnafan ê Diyarbekirê Alîcan Ebedînoglu daxuyand ku heta pêvajoya çareseriyê li herêmê pevçûn hebûn û rewşa esnafan nebaş bû, lê piştî pêvajoyê aramî çêbû û rewş guherî."
Ebedînoglu got ku niha dîsa rageşî çêbû û wiha axivî: "Ji ber bûyeran sermaye car din ber bi rojavayê ve çû. Yên ku dixwestin kargehên nû vekin projeyên xwe dane sekinandin û naxwazin krediyê bikşînin. Lewra naxwazin rîsk çêbibe."
- "Em dixwazin ku HDP di siyasetê de ji bo ku ev mesele bê çareserkirin bixebite"
Serokê Komeleya Karsazên Pîşesaziya Organîze yên Diyarbekirê Azîz Ozkiliç jî got ku dema pêvajoya çareseriyê hebû ji herêmên din gelek veberhêner dihatin herêmê ku kargehan vekin û wiha axivî: "Dema pêvajoya çareseriyê li herêmê cih digeriyan, lê niha ne veberhênerên herêmî û ne jî yên biyanî nayên. Ev ji ber rewşa pevçûnê ye. Dixwazin AK Partî pêvajoya çareseriyê bide destpêkirin û temam bike. Heke tu piştgiriyê nedî ev pêvajo temam nabe. Em dixwazin ku HDP di siyasetê de ji bo ku ev mesele bê çareserkirin bixebite. Partiyên li meclisê ne divê bixebitin."