15 Sibat 2017•Rojanekirin: 16 Sibat 2017
BURSA
Di sala 2016an da di îxrackirina bacanê sor a Tirkiyeyê da Rûsya Spî (Belarus) di rêza yekê da ye. Di îxrackirina salçeyê da Iraq, ya ava bacanê Japonya û Hong Kong û ya konserveyan jî Almanya di rêza yekê da tê.
Par dahata bacanê sor û tiştên ku jê çêdibin nêzî 432 milyon dolarî çêbû.
Li gor agahiya ku nûçegihanê AAyê ji Meclisa Îxracatkarên Tirkiyeyê û Yekîtiyên Îxracatkarên Uludagê hilda, Tirkiyeyê di sala 2016an da bihayê milyarek û 979 milyon dolarî fêkî û zerzewade; bihayê milyarek û 322 milyonî jî memûlê fêkî û zerzewadan firot.
Par bihayê 238 milyon û 316 hezar dolarî fêkî û zerzewade hat îxrackirin, ji vê 480 hezar tonî bacanê sor bû.
Sala par herî zêde bi 42,5 milyon dolarî qederê 87,5 ton firotin Belarusê.
Piştî Belarusê bi 29,4 milyon dolarî 83,6 ton firotin Iraqê, bi 26,7 milyon dolarî 61 ton firotin Erebistana Siûdî û bi 25,8 milyon dolarî 31 ton firotin Romanyayê.
- Ji nîvî zêdetir salçe difiroşin Iraqê
Firotina salçeya firingiyan di sala 2016an da li gor sala berê ji sedî 20 zêde bû. 138 hezar û 179 ton bi 161 milyon û 278 hezar dolarî hat firotin.
Salçeya firingiyan ji nîvî zêdetir difiroşin Iraqê.
- Ava firingiyan ji Japonyayê ye
Li Tirkiyeyê firtona dereke ya ava firingiyan jî di 2016an da wekî miqdar ji sedî 33 zêde bû, derket hezar û 905 tonan, ji hêla nirxê va jî ji sedî 34 zêde bû, derket milyonek û 74 hezar dolarî.
Welatê ku herî zêde ava firingiyan hat îxrackirin bi 888 ton û 414 hezar dolarî va Japonya ye. Rêjeya vê ya di firotina dereke da jî ji sedî 38,5 e.
Piştî Japonyayê bi 487 ton û 304 hezar dolarî va Hong Kongê, bi 73 ton û 53 hezar dolarî va jî DYAyê herî zêde ava firingiyan kirî.
- Almanan ji konserveya wê hez kirin
Welatên ku ji konserveya firingiyan hez dikin, par 32 milyon û 85 hezar dolar pere dan Tirkiyeyê.
Îxracata konserveyên firingiyan par li gorî sala 2015an ji hêla miqdarê ji sedî 32 zêde bû, derket 20 hezar û 609 tonî û ji hêla nirxê va jî ji sedî 6,5 zêde bû, derket 32 milyon û 85 hezar dolarî.
Di nava welatên ku ev berhem li balê hat îxrackirin da bi 958 ton û 4,8 milyon dolarî va Almanya bû yekemîn, bi 3,4 milyon dolarî va DYA bû duyemîn û herwiha li pey van welatan Hollanda û Awusturalya tê.