Fatih Gazioğlu
04 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 04 Berfanbar 2018
MERSÎN
Bacanê sor ên li Sîlifkiya navçeya Mêrsînê tn çandin, îxracê Iraqê dikin.
Berhevkirina bacanê sor ên ku li serayê hatibûn çandin dest pê kir. Bacan piştî berhevkirinê li kamyonan barkirin û anîn Hala Atayurdê.
Bacan li vê derê di navbera 1,5 û 2 lîreyê da tê firotin û li gor daxwazê jî îxracê Iraqê dikin.
Serokê Komeleya Hala Atayurdê Alî Turer daxuyani da nûçegihanê AAyê û got ku li Silîfkeyê berhevkirina fêkî û sebzeyên serayê destpêkir û wiha axivî:
"Em bacanê sor him li welêt difiroşin him jî difiroşine welatên derva. Îsal me ji 4 hezar donîm serayê qasî 50 tonî bacanê sor berhev kir. Li giştiyê navçeyê cotkarên me di salê da ji 14 hezar û 500 donîm eraziyî 175 hezar ton bacanê sor kom dikin."