Harun Kutbe
02 Adar 2026•Rojanekirin: 05 Adar 2026
Alîkarê Serokomar Cevdet Yilmaz got, "Ji bo tesîra berwext a ji ber geşedanên jeopolîtîk ên ku li herêma me diqewimin, saziyên me tevdîrên pêşîlêgirtinê hildane."
Yilmaz li ser hesabê xwe yê NSosyalê daxuyanî da û destnîşan kir ku bingeha makroekonomîk a Tirkiyeyê saxlem e û wiha dewam kir:
"Bingeha me ya makroekonomîk saxlem e. Aboriya me berî niha jî li hemberî gelek tesîrên dereke saxlembûna xwe îsbat kir. Ji bo tesîra berwext a ji ber geşedanên jeopolîtîk ên ku li herêma me diqewimin, saziyên me tevdîrên pêşîlêgirtinê hildane. Ji nêz va şopandina geşedanan dewam dike."