24 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 24 Rêbendan 2017
ÎSTANBUL
Bankeya Navendî ya Komara Tirkiyeyê rêjeya faîza îhaleya repoyê ku wadeyê wê hefteyek e di asta ji sedî 8an da, rêjeya faîza deyndariya şevekê (asta jêrîn a korîdora faîzê) jî di asta ji sedî 7,25î da rawestand, rêjeya fondanîna marjînal a şevekê (asta jorîn a korîdora faîzê) ji sedî 8,50î hevrazî ji sedî 9,25an û rêjeya faîza deyndayînê jî ji sedî 10an hevrazî ji sedî 11an kir.
Lijneya Polîtîkayên Pere ya Bankeya Navnedî ya Komara Tirkiyeyê di daxuyaniya xwe da got: "Geşedanên di warê daxwaza giştî da enflasyonê dadixe. Digel vê ji civîna lijneyê ya dawîn vir va kurên dowîzê diguherin û ev jî riskên li ser enflasyonê zêde dikin. Ji ber tesîra kurên dowîzê û guherîna di bihayên xurekê da ku hê nehatine qeydkirin di demeke kurt da wê zêdebûna di enflasyonê da demekê dîsa dewam bike."
Banqeya Navendî ya Komara Tirkiyeyê destnîşan kir ku mebesta sereke ya TCMByê îstiqrara bihayê tiştan e û TCMByê di çarçoveya vê mebestê da hemû derfetên destê xwe da wê bi kar bîne û wiha hat gotin: "Heyama pêşiya me biryarên polîtîkaya pere wê li gor enflasyonê be."