24 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 25 Rêbendan 2017
ÎSTANBUL
Midûrê Giştî yê Şirketa Xaza Neteweyî û Alîkarê Wezîrê Nefta Îranê Hemîd Riza Iraqî daxuyand ku Tirkiyeyê li dijî Îranê dozek vekiribû ku ev doz ji hêla Dadgeha Tehkîmê ya Navneteweyî hat qebûlkirin. Ji ber ku Tirkiyeyê doz qezenc kiriye, Îranê bihayê xaza sirûştî wê ji sedî 13,3 kêm bide Tirkiyeyê.
Li gor nûçeya ajansa nûçeyan a ÎSNAyê Iraqî li Tehranê civîneke çapemeniyê lidar xist û got ku li gor encama biryara Dadgeha Tehkîmê ya Navneteweyî ya der barê Tirkiyeyê de miqdarê tezmînatê û kêmasiya ku wê li ser xaza sirûştî bê kirin, hatiye eşkerekirin.
Iraqî got ku Îranê bihayê xaza sirûştî wê ji sedî 13,3 kêm bide Tirkiyeyê û ji bilî vê kêmasiyê wê 1,9 milyar dolar jî wê tezmînat bide Tirkiyeyê.
Tirkiyeyê di sala 2012an de ji ber sedemê bihayê xaza sirûştî zêde ye li dijî Îranê doz vekirîbû û ev doz qezenc kiribû.
Dadgeha Tehkîmê ya Navneteweyî biryar dabû ku ji sala 2011an pê va Îran di xaza siruştî ya ku îxracê Tirkiyeyê dike de divê di navbera ji sedî 10 û 15an de kêmasî bike û tazmînatê bide Tirkiyeyê.