Abdullah Tel
29 Tebax 2017•Rojanekirin: 30 Tebax 2017
ANKARA
Hewcedariya Tirkiyeyê ya bi xaza siruştî ya ji bo îsal li gor par ji sedî 10 zêde bû û gihîşt 50 milyar metrekupî.
Di daxuyaniya nivîskî ya Komeleya Yekîtiya Dîstrîbutorên Xaza Siruştî ya Tirkiyeyê (GAZBÎR) da hat gotin ku bikaranîna xaza siruştî bi saya hildana tevdîrên Wezareta Vejen û Çavkaniyên Siruştî û veberhênanên şirketên dîstrîbutorên xaza siruştî va her ku diçe zêde dibe û salê nêzîkî milyonek kiryarên nû tevlî pergalê dibin.
Li gor daxuyaniyê bi saya veberhênanên nû yên di qada xaza siruştî da jimara kiryarên xaza siruştî wê bigihîje 50 milyonî.
Sala borî li Tirkiyeyê bi tevahî 46,3 milyar metrekup xaza siruştî hat şewitandin. Li gor daneyên GAZBÎRê hewcedariya Tirkiyeyê ya bi xaza siruştî ya îsal li gor par ji sedî 10 zêde bû û gihîşt 50 milyar metrekupî.