Serokomar Erdogan: Divê em îtibara TBMMyê ser her tiştî ra bigirin
Serokomar Erdogan got, "Divê em îtibara Meclisa Gel a Mezin a Tirkiyeyê ku tecellîgeha îradeya neteweyî ye, ser her tiştî ra bigirin."
Gazi Nogay
01 Cotmeh 2026•Rojanekirin: 01 Cotmeh 2026
TBMM
Serokomar Recep Tayyip Erdogan di axaftina xwe da ya ku bi minasebeta vebûna Sala 5em a Qanûndanînê ya Serdema 28em a Meclisa Gel a Mezin a Tirkiyeyê (TBMM) kir, bal kişand ku TBMM li dinyayê ji wan parlamentoyan e ku tempoya wê ya xebatê herî bilind e.
Serokomar Erdogan di axaftina xwe da wiha bal kişand, "Divê em îtibara Meclisa Gel a Mezin a Tirkiyeyê ku tecellîgeha îradeya neteweyî ye, ser her tiştî ra bigirin."
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku weke siyasetmedar wezîfeya wan a sereke ew e ku bi layiqî, xizmeta gelê xwe yê ezîz bikin û wiha dewam kir:
"Li gorî rêgezên piyaseya sermayeyê û gorî heq û edaletê em heqê kesî bi kesî nadin xwarin û meseleyê demildest çareser dikin. Em ê firsendê nedin ku ev mesele dijî ewlehiya aboriya me û aştiya me ya civakî bibe gef û talûke. Şexsê min jî di navê da em hemû berpirsiyar in ku ji derd û pirsgirêkên gel ra çareyê bibînin, pêşî û asoya welêt vekin. Gava zirar bigihîje Tirkiyeyê ev bi kêrî siyasetê nayê, tenê û tenê bi kêrî neyarên Tirkiyeyê tê. Ne Tirkiye û ne jî gelê Tirk naxwaze êdî têk biçe. Heqê kesî jî tuneye ku bi Tirkiye û gelê Tirk bide têkbirin."
Serokomar Erdogan her wiha destnîşan kir ku geşedanên kurewî û herêmî terzeke siyasî ya nû ferz dike û wiha pê da çû:
"Li Tirkiyeyê emrê bikaranînê yê 'siyaseta eniyê' ku bi temamî li ser dijayetiya desthelatê ye, bi dawî bûye. Em ê yan bi rêbaza siyaseta ku milet bir birî dike va rêya xwe bidomînin yan jî siyaseta nû ya rêgeza wê lihevkirina li ser hevbeşiyên asxarî ye, li Tirkiyeyê bikin serdest. Divê her partiyên siyasî Tirkiyeyê li ser her tiştî ra bigirin. Divê ji dînamîkên navxweyî yên Tirkiyeyê hêzê bigirin û siyaseteke ku di navendê da Tirkiye heye, bimeşînin. Di berjewendiyên neteweyî yên Tirkiyeyê da û di mijarên ku her neferekî gelê me eleqedar dike da siyaset divê di zemîna lihevkirina tam da bikaribe bê cem hev."
Serokomar Erdogan der heqê pêvajoya "Tirkiyeya Bêteror" da jî wiha axivî:
"Ji niha va bandoreke rêbir li ser neyarên Tirkiyeyê çêkiriye, hêza Tirkiyeyê zêde kiriye û li herêmê bayekî nû rakiriye. Wekî ku di qanûna çarçoveyî da destnîşankirî ye, pêvajoyeke şopandinê heye. Dema gavên pêwîst bên avêtin, saziyên me yên têkildar jî dê ya pêwîst e bikin."
- "Hêviya min ew e, sala îsal bibe sala destûrekê ku dê derfet û firsendên Tirkiyeyê bi pêş bixe"
Ji aliyekî din va Serokomar Erdogan bal kişand ku destpêkirina xebatên ji bo destûreke nû û sivîl di warê Sedsala Tirkiyeyê da ezmûneke rastîn ya dilsoziyê ye û wiha pê da çû:
"Destûreke nû û sivîl îspata têkoşîna îtibara demokrasiya Tirkan e. Meclisa xazî her dem ji bo çêkirina destûrekê ehil û rayedar e. Destûreke nû ku wê asoya Tirkiyeyê fireh bike, wê di dewsa siyaseta dijberiyê da bibe wesîleya siyaseteke nû ya ku reqabeteke lihevkirî esas digire. Hesreta gelê me ya ji bo destûreke nû divê nebe dîlê tirsên hilberandî. Helwesta me ya der heqê her 4 madeyên ewil ên destûrê da diyar e. Hêviya min ew e, sala îsal bibe sala destûrekê ku dê derfet û firsendên Tirkiyeyê bi pêş bixe."
Serokomar Erdogan: Divê em îtibara TBMMyê ser her tiştî ra bigirin