Türkan Tosun
13 Tebax 2018•Rojanekirin: 13 Tebax 2018
ANKARA
Wezîrê Xezîne û Darayiyê Berat Albayrak der barê zêdebûn û daketina bihayê dowîzê de got "Ji îşev pê va me plana xwe ya aksiyonê xiste rewacê."
Albayrak li ser hesabê xwe yê Twîtterê der barê aborî, banqe, zêdebûn û daketina bihayê dowîzê de peyamek weşand.
Albayrak wiha got: "Ji îşev pê va me plana xwe ya aksiyonê xiste rewacê. Ji bo ku bazar rehet bibe saziyên me gavên ku hewce dikin wê bavêjin. Wê dest nedin ser mevduatan. Dowîzên di hesaban de wê nekin lireya Tirkiyeyê. Lê li hember van derewan heta dawî di qada hiqûqê de têkoşîn wê bê dayîn."
Wezîr Albayrak behsa girîngiya disîplîna budçeyê kir û wiha dewam kir: "Me armancan diyar kir. Me ji hemû sazî û banqeyên xwe ra got emê ji bo xerckirinên derveyî budçeyê tawîzê nedin. Ji bo hesasiyeta vê heke hewce bike ji bo hedefên hatine nîşandan emê Lijneyeke Malî bixin rewacê."
Albayrak got dema ew veberhênan û mesrefan binirxînin ewê bersiva van sê pirsan binêrin: "Ji hêla teknolojî û hilberîna zêde ya biqîmet va karekî dike an na? Kêmbûna carî kêm dike an na? Ev nêrîn wê di hemû qadên aboriyê de hakim bibe. Bila şika tu kesî çênebe. Bi piştgiriya gelê me, polîtîkayên rasyonel û sekneke bibiryar bi îzna Xwedê emê ji vê têkoşînê bi serkeftî derkevin."