Türkan Tosun
13 Tebax 2018•Rojanekirin: 15 Tebax 2018
KERKUK/HEWLÊR
Tirkiye bi dîrok, û xwezaya xwe her ku diçe zêdetir bala turîstên Iraqî dikşîne.
Tirkiye di qada turîzmê de xwedî cihekî taybet e, ji ber vê ji welatên cînar gelek kes ji bo tetîl û bêhnvedanê tên Tirkiyeyê.
Turîstên Iraqî an bi otobês an jî bi balafiran tên Tirkiyeyê, bêhna xwe didin û cihên dîrokî digerin.
Li bajarên başûr kesên ku dixwazin herin Tirkiyeyê tên Kerkûk û Hewlêrê li wir beşdarî turên şirketan dibin.
Hidayet Mehdiyê xwedî şirketa gerê ye got ji meha hezîranê vir va bi tenê ji Kerkûkê rojê herî kêm 500 kes çûne Tirkiyeyê û wiha axivî: "Piştî Kerkûk û Hewlêrê ji Bexda, Salahaddîn û Diyalayê jî gelek turîst diçin Tirkiyeyê. Îsal hejmara wan pir zêde bû."
Sermet Îbrahîmê ku ji Kerkukê bi otobêsê va diçe Tirkiyeyê got Tirkiye ji hêla çand û turîzmê va nêzîkî çanda wan e û wiha axivî: "Em çûn Behra Reş, lê vê carê emê herin herêma Behra Spî, Antalya û Marmarîsê."
- "Em diçin welatê siltanan"
Îmad Hadiyê ji Bexdayê Tirkiyeyê wek "welatê siltanan" bi nav kir û wiha axivî: "Em her sal havînê teqez diçin Tirkiyeya 'welatê siltanan'. Em gelek caran çûn Stenbolê, lê vê carê em dixwazin li wir cihên cuda bibînin."
Saman Nehro û Abdullah Taha jî behsa çand, xweza û turîzma Tirkiyeyê kirin û gotin ew ji ber van diçin Tirkiyeyê.
Faysal Soyerê ku li Hewlêrê di şirketeke Tirkan de wek rêvebir dixebite jî got ji ber ku havîn e û dibistan tetîl in rojê 4 otobês bi tijî diçin Tirkiyeyê.
Soyer got Iraqî ji bilî turîzmê ji bo tedawiya nexweşiyan jî diçin Tirkiyeyê.