Murat Temizer
16 Sibat 2022•Rojanekirin: 17 Sibat 2022
Wezîrê Çavkaniyên Siruştî û Vejenê Fatîh Donmez diyar kir ku keştiya Fatîhê li qada xazê ya Sakaryayê ya li Behra Reş dest bi sondaja sisêyan kir.
Donmez li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da û diyar kir ku keştiyê li 5 hezar mêtro kûrahiyê 2,5 mehan lêkolîn û sondajê bike.
Donmez diyar kir ku navê bîr vekin "Karasu-1" e û wiha pê da çû: "Fatîhê li qada Sakaryayê ya li Behra Reş dest bi sondaja 3yan kir. Diayê gelê me dîsa çavkaniya quweta me ya herî mezin e."
Fatîha keştiya sondajê di 21ê tebaxa 2020î da li bîra Tuna-1ê ya li Sakaryaya Qada Xaza 320 milyar mêtrokup xaza siruştî kefş kiribû. Di 17ê cotmeha 2020î da jî li bîra Tuna-1ê 85 milyar mêtrokup xaza siruştî hatibû kefşkirin û bi tevahî bibû 405 milyar mêtrokup xaza siruştî.
Bi vî awayî li bîra Amasra-1ê jî 135 milyar mêtrokup xaza siruştî hatibû kefşkirin û rezerv derketibû 540 milyar mêtrokupî.