Nihat Kavşut
16 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 16 Cotmeh 2018
ANKARA
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu û Alîkarê Serokwezîr û Wezîrê Karên Derva yê Komara Tirk ya Qibrîsa Bakur Kudret Ozersay li Fakulteya Zanistên Siyasetê ya Zanîngeha Enqereyê di sempozyuma "Li Behra Sipî ya Rojhilatê Hiqûq û Siyaset"ê da axivîn.
Çavuşoglu bal kişand ser meseleya Qibrîsê û wiha got: "Em tenê ji bona dest bi mizakereyan bikin naxwazin careke din li ser maseyê rûnin. Divê encam derkeve."
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu destnîşan kir wê li derdora giravê xebatên xwe yên sondajê berdewam bikin û wiha got: "Em naxwazin bi kesî ra şer bikin. Em dixwazin çavkanî bi heqî bên parvekirin."