Erkan Erdoğan
04 Hezîran 2022•Rojanekirin: 05 Hezîran 2022
Li Erziromê beriya Eyda Qurbanê li bazarên heywanan qerebalixî heye.
Li Erziromê rêncber heywanên xwe yên ku salewext e heywanên xwe bi zehmetî xwedî dikin, anîn bazara heywanan a li navçeya Oltuyê.
Welatiyên ku ji bo kirîna qurbaniyan hatin bazarê jî heywanan ji aliyê tenduristiyê va kontrol dikin û paşê dikevin bazariyê.

Li bazara ku hê pezê qurbanê neanîne, canegayekî bi navê Polat ku giraniya wî tonek e, bala welatiyan kişand.
Yalçin Polatê xwediyê canega ji nûçegihanê AAyê ra got ku wî heywan li navçeya Narmanê xwedî kir, ew bi 45 hezarî difiroşe.

Mesut Kasimogluyê ku ji bo kirîna qurbanê hat bazarê jî got ku piyase biha ye, welatî ji dêvla ku bikirin, hatin û li bazarê digerin.