Elif Orhan
04 Îlon 2019•Rojanekirin: 07 Îlon 2019
Li navenda Bidlîsê û hin navçeyên wî tê payîn ku ji debra bacanên ku li 20 hezar dekarî hatin çandin nêzî 200 milyon lire pere bê qezenckirin.
Cotkarên ku li navenda bajêr, navçeyên Tetwan, Xelat û Elcewazê bi piştgiriyên dewletê li qadên ku lê çandiniya bêav dikirin derbasî çandiniya biav kirin dest bi çinîna bacanên ku li 20 hezar dekarî çandin kirin.
Hilberînerên ku li eraziyên berhedar ên li rexê Gola Wanê bacan çandin ji ber şertên av û hewayê û bi saya şiliyê sezoneke baş derbas kirin û ji ber vê jî kêfxweş in.

- "Em li bendê ne ku 240 hezar ton berhem derkeve"
Midûrê Çandinî û Daristanê Rifat Çelîk daxuyaniyek da rojnamevanan û got ku li bajêr hefteyek berî niha dest bi çinîna bacanê sor kirin.
Çelîk got ku ekîbên Midûriya Çandinî û Daristanê her dem li sehayê hilberîna cotkaran dişopînin û wiha axivî:
"Li bajarê me li 20 hezar dekarî tametês tên çandin. Ji donimekî di navbera 8-10 tonî da ber tê sitandin. Em li bendê ne ku îsal rekolteya giştî 240 hezar ton be. Piştgiriya vê ya ji bo aboriya bajêr biqasî 200 milyon lire ye. "

- Li zeviyan 10 hezar kes dixebitin"
Çelîk diyar kir ku bacanên sor difroşin gelek bajarên Tirkiyeyê û got ku ji sedî 30yê hewcehiya tametêsan ên herêmê ji Bidlîsê tê pêkanîn.
Çelîk da zanîn ku li bajêr piştî xebatên biqasî 5 mehan dest bi çinînê kirin û qal kir ku ji bajarên cîran jî karkerên demsalî hatin bajêr û di zeviyên bacanan da kêm zêde 10 hezar kes dixebitin.