Fatih Gazioğlu
02 Tebax 2018•Rojanekirin: 02 Tebax 2018
MUGLA
Li Bodruma navçeya Muglayê keştiya mega ya navê wê "Idynasty" 200 hezar lître sotemenî hilda.
Li gor agahiyan keştî ya Alîjan Îbragîmovê karsazê qazaxistanî ye.
Keştiya ku alaya Caymanbê li ser bû li tanga Paşatarlasiyê lenger avêt behrê û ket bênderê.
Keştî 101 mêtro dirêj e û bihayê wê jî 200 milyon dolar e.
Keştiya ku bi mezinahiya xwe balê dikşîne bi 7 tankeran qasî 200 hezar lître sotemenî hilda.
Idynasty piştra ji bênderê derket û ber bi giravên Yewnanistanê bi rê ket.