Ferdi Uzun,İbrahim Uzun
04 Gulan 2023•Rojanekirin: 06 Gulan 2023
Bi 4 kruvaziyeran 8 hezar û 200 turîst hatin Kuşadasiya navçeya Aydinê ku navendeke sereke ya turîzma kruvaziyeran e.
Kruvaziyerên "MSC Splendia" a bandira Panama, "Viking Star" a bandira Norwec, "S.S Voyager" a bandira Bahama û "Aida Blu" ya bandira Palau hatin Bendera Kuşadasiyê ya Ege Portê.
Beşek ji 8 hezar û 200 turîstên ji keştiyan peya bûn, çûn dîtina Bajarê Antîk ê Efesê û Mala Dayika Meryem ên li Selçuka navçeya Îzmirê û hinekan jî li Kuşadasiyê ji xwe ra danûsitandin kirin.