Muhammet Kurşun
19 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 19 Cotmeh 2017
KERKÛK
Piştî ku bîrên neftê yên li navçeya Dûbîza Kerkûkê û yên Şirketa Neftê ya Bakur ketin destê hêzên Iraqê, xebata derxistina petrolê careke din dest pê kir.
Li bîrên Bay Hesen ku dikeve bakurê Kerkûkê û herwiha Şirketa Neftê ya Bakur ku berê di destê Pêşmerge de bûn kontrol derbasî hêzên Iraqê bû.
Piştî ku ev dever ji aliyên hêzên hikûmeta Iraqê ve hatin kontrolkirin derxistin û hilberîna petrolê careke din dest pê kir.