Haydar Şahin
19 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 20 Cotmeh 2017
ÎSTANBUL
Aboriya Çînê di çaryeka 3yan a 2017an da li gor heman dema sala par ji sedî 6,8 mezin bû.
Di daxuyaniya Saziya Îstatîstîkên Neteweyî ya Çînê da hat diyarkirin ku aboriya welêt di çaryeka 3yan a 2017an li gor heman dema sala par ji sedî 6,8 mezin bû û li gor çaryeka 2yan jî ji sedî 1,7 mezin bû.
Di çaryeka 2yan da aboriya Çînê li gor heman dema sala par ji sedî 6,9 û li gor çaryeka ewil jî ji sedî 1,8 mezin bibû.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku di lîderiya Komîteya Partiya Komînîstan a Çînê da ji serê salê vir da di hemû qadan da ji bo pêkanîna îstiqrarê nexşerê hat teqîbkirin, bi reform û pêkhateyên teze va zîndebûna aboriyê hat pêşxistin.
Dîsa di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku di çaryeka 3yan da pêşketina sektora xizmetê hat parastin, çalakiyên ji bo kar jî dewam dikin.