Abdullah Tel
02 Gulan 2020•Rojanekirin: 03 Gulan 2020
Li herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê cotkar li gor rê û rêzikên tevdîrên vîrusa koronayê (Kovîd-19) da dest bi ajotina pembû kirin.
Avdana erd û zeviyên cotkarên herêmê bi saya bendav û coyên avê yên di çarçoveya Projeya Başûrê Rojhilatê Anadoluyê (GAP) da hatin avakirin, hêsantir bû û ji ber vê jî ajotina pembû zêdetir bû.
Bi saya vê pêşketinê niha li herêmê pembûyê tê ajotin ji nêvî zêdetir pêwîstiya Tirkiyeyê çareser dike û niha cotkaran berê xwe dane nav erdên xwe yên beyar da ku tov lê bireşînin.
- Digel şewbê cotkar li nav erdên xwe ne
Serokê Kordînasyona Bajêr a Odeya Ziraetê ya Diyarbekirê Cevat Delîl daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ji sedî 50î pembûyê Tirkiyeyê li herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê ji Diyarbekir, Riha, Mêrdîn, Batman, Şirnex û Sêrtê tê temînkirin.
Delîl bi bîr xist ku ji bo hilberînê cotkar li dervayî sînordarkirina derketina derva ne û wiha pê da çû: "Bi saya GAPê zeviyên me bi rihetî tên avdan. Kesên pembû diajon zêde dibin. Li herêmê di qada avdanê û xerîdariya vejenê da hin kêmasiyên me hene. Ji bilî wê kêmasiyên me tunene. Cotkarên me ji ber şewbê mexdûr nînin û li nav erdên xwe karên xwe dikin."