Çiyagerên ku hatin Sasona navçeya Batmanê, hilkişiyan ser Çiyayê Mereto.
Metin Özmen
21 Îlon 2026•Rojanekirin: 21 Îlon 2026
photo: Metin Özmen / AA
Li Batmanê çiyager hilkişiyan Çiyayê Mereto
BATMAN
Tîmeke 20 kesî ya ji endamên Nûneriya Parêzgeha Mêrdînê ya Federasyona Çiyageriyê ya Tirkiyeyê (TDF) û Klûba Çiyagerî, Werziş û Lêgerîn-Rizgarkirina Siruştî ya Mêrdînê (MARKUT), li Zozanê Harrutê yê li nêzîkî gundê Çalişirlarê kom bûn ku derkevin serê çiyê.
Çiyager beşeke rêyê bi wesayîtan û beşa mayîn jî bi meşê çûn û piştî hilkişîneke nêzî 3,5 saetan gihîştin lutkeya çiyayê ku bilindahiya wî 2 hezar û 978 metre ye.
Tîma ku li lutkeyê hinekî wext derbas kir, li vir wêne dan kişandin.
Wêne : Metin Özmen/AA
Endama TDFyê Gulay Akşahin Karataşê di daxuyaniya xwe da diyar kir ku ew ji ber dîmena li lutkeyê pir kêfxweş bû.
Karataşê wiha got, “Bi rastî em rastî dîmeneke pir xweş hatin. Dîtina ji lutkeyê ya çiyayên ku pişt dane hev û li kêleka hev dirêj dibin, hestekê wisa dide mirov ku ji mirov wetrê, mirov di nav cihaneke cuda da ye.”
Karataşê diyar kir ku hewa û siruşta çiyê pir xweş e û bang li hezkiriyên xwezayê kir ku biçin û herêmê keşf bikin.
Endamê Lijneya Rêveberiya MARKUTê Lazgîn Lazgînoglu jî destnîşan kir ku ji bo bigihîjin lutkeyê, ew beşeke rêyê bi wesayîtê û beşa mayîn jî bi peyatî çûn.
Lazgînoglu bal kişand ku li lutkeyê dîtina hema hema hemû çiyayên derdorê pêkan e û dîmen pir bi tesîr e. Lazgînoglu diyar kir ku ji ber vê yekê jî ew pêşniyazê li hemû klûbên werzişê û hezkiriyên siruştê dike ku biçin dîtina herêmê.