MÛSIL
Li Iraqê kilsa ku sektora avahiyê di serî de, di gelek sektorên din de jî tê bikaranîn, li hemberî evqas pêşveçûna zanist û teknolojiyê hê jî bi metodên berê tê derxistin.
Li welatên ku pêşveçûne kils bi piranî bi rê û rêbazên teknolojîk tê derxistin lê li Mûsilê di her merheleya kilsê de keda destan heye. Li herêma Şakola ku li ser rêya Hewlêrê ye û 15 kîlometre ji Mûsilê dûr e karkerên kilsê serê sibê zû li ber atolyeyên kilsê kom dibin û ji wê derê jî diçin herêma ku kevirê kilsê jê tê derxistin.
Di her merheleya wê de keda mirov heye
Cihên ku tê de kils heye tê tespîtkirin, bi neft û barûtê ew kevir tên derizandin û bi kemçeyan jî tê derxistin. Ew zinarên qirase bi miqarên mezin tên hûrkirin. Karker kevirên hûrîk li bêjingê dixin û li kamyonên 50 salî bar dikin û ber bi atolyeyan ve dişînin.
Karker çaleka wek tenûrê vedikin û wan kevirên kilsê di wê çalê de didin ser hev û qûç dikin. Di her tenurekê de nêzî 120 ton kevirên qilsê heye û ji bo ku di navbera keviran de valahî nemîne jî xubara qilsê berî nav didin. Ji karkeran yek di wê valahiya ku ji bo agirpêxistinê hatiye hiştin de bi neftê agir hil dike, bi tîna êgir qûçê kilsê di nav 26 saetan de dihele.
Komeka ku ji 25 karkeran pêk tê wan kevirên ku heliyane ji bo bên hêrandin diavêjin makîneya hêrandinê. Kevirên ku tên hêrandin dibin toz û wek kilsê tên kewarkirin.
Kilsa ku tê kewarkirin ji bo firotinê danagirine telîsan. Lewra kesê ku tê kilsê dikire piştî bazarkirinê kilsa xwe li kamyon, remok û yan jî tirê bar dike û dibe.
Amîr Xelîlê ku pîşeya kilsê ji bavê xwe hîn bûye ev 40 sal e bi vî karî re mijûl e. Xelîl daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku ji roja vî karî hîn bûye heta niha ev kar bi temamî bi keda milan tê kirin û hê jî wisa dewam dike. Xelîl wiha pê de çû: "Ji tonek kevir em nêzî 600 kîlo kils derdixin. Li vê herêmê li nêzî 15 deran kevir tên derxistin û ev kar tê kirin. Dema ku em zinaran ji erdê derdixin kevir şil û giran in, lê piştî tên şewîtandin ziwa û sivik dibin. Li vê derê ji ber ku zêde kar tuneye em xebatkar bi dest dikevin. Lê li Hewlêrê ji ber ku karê înşeatê zêde ye û loma merivên van deran pera zêde dixwazin. Gelek şirketên Iraqê kilsê ji me dikirin. Kilsa xaniyê Serokomarê Iraqê Celal Talabanî û kilsa navenda partiya wî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ya li Hewlêrê jî ji me kirîn."